Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirina welatiyan di meha Rêbendanê de giha bi 22 kesan

11:02 - 4 Şibat 2022

Pêka amara ku Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê belav kiriye, ji 4 heta 11`ê Rêbendanê pêlek din ji binçavkirina welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve dest pê kiriye ku heta niha 22 kes hatine girtin.

Ew kesên hatinî girtin ji bajarên Şino, Pîranşehr, Bane, Bokan, Seqiz, Sine, Merîwan û Ciwanroyê bûne ku bigiştî li her yek ji wan bajaran de 2 heta 6 kes li pey hev ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine girtin.

“Kurdpa”yê kesên ku hatinî binçavkirin bi vî awayî daye zanîn:

Şino: Di rojên 3 û 4`ê Rêbendanê de 4 kes bi navên  “Siyamend Xwarezim, Yûsif Emînî, Murad Sa`î û Aso Şîxe” hatine girtin.

Bokan: Li 7`ê Rêbendanê du kes bi navên “Husên Qureyşî û Hêmin Resûlzade” hatine biçavkirin.

Bane: 8`ê Rêbendanê 2 bira yên bi navên “Dana û Zana Ehmedpûr” hatine girtin.

Pîranşehir: 9 û 11`ê Rêbendanê 7 kes bi navên “Eyûb Hedîsî, Rehman Xidmetguzar, Elî Umerpûr, Feriyad Şîlan, Murad Mamereş û Yûsif Umerpûr” hatine girtin.

Seqiz: Li 9`ê Rêbendanê “Zemane Zîwiye û Muqdad Husên Nijad” hatine girtin.

Sine: Li 9 û 11`ê Rêbendanê 2 çalakvanên kedkarî yên bi navên “Xebat Şekîba û Rêbwar Ebdullahî” hatine girtin.

Merîwan: Li 10 û 11`ê Rêbendanê 3 kes bi navên “Şe`iban Mihemedî û Cebar Dostî û Xebat Weysî” hatine girtin.

Ciwanro: Li 6`ê Rêbendanê “Suheyb Yarehmedî” hate girtin.

Tev ev kesane bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin.