Rejîma Îranê di dibistan û xwandingehan de bi bangeşeyên derheq Qasim Sulêmanî terorîst, perwedehiyeke netewav û dûr ji temenê zarokan birêve dibe.
Pêke nûçeya gihiştî bi malpera “Kurdistanmediya”yê, herwisa dîmenên ku torên civakî de belav bûne, rejîma Îranê di dibistan û xwandingehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, bi belavkirina wêneyên “Qasim Silêmanî” yê terosît û bi gotinên çewit derheq wî terorîstê mezin de, hewla xapandina hizar zarokan dide.
Eva yek ji baxçeyên zarokan e ku, mamostaya wan zarokan bi wî awayî bas ji kesekê terorîst dike ku wî pasdarê terorîst û dije mafê azadiyê, wekî kesekî esmanî, bavekê bihêz, leheng û dilovan ji wan zarokan re behs dike, û herwisa hizir a wan zarokan bi gotinên weke mirina lember şerê li dijî Amerîkayê de dixapîn e.
Rejîma Îranê, di navendên perwerde û hînkariyê de, li şûna perwerdekirina saxlem a zarokan, bi behskirina derheq mirovên wuha ku tewavhiya temenê xwe di kuştin û êşkencekirina mirovan de derbaz kiriye, bi awayekê sîstematîk dixwaze îdolojiya xwe bo hûndirî xelkê û civakê hinarde bike bi vê siyaseta nerim ya xwe dixwaze tev armancên byûm yên xwe bi pêke.