Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkên Spaha Pasdaran li Sûriyê jialiyê Îsraîl ve hatne bombebarankirin

12:59 - 10 Nîsan 2022

Binkên Spaha Pasdaran û Hizbullah a Lubnanê li parêzgeha “Hemma” li Sûriyê jialiyê Îsraîl ve hatine bombebarankirin.

Roja Şemî 9ê Nîsanê, Çavedêrê Mafê Mirovî ya Sûriyê daye zanîn ku çendîn binkeyên Spaha Pasdaran û Hizbullah a Lubnanê li bajarê “Mesiyaf” li rojavayê bajarê “Hemma”ji aliyê  Îsraîlê ve hatine bombebarankirin.

Herwisa Çavedêrê Mafê Mirovî li Sûriyê ragihandiye: “Mûşekên Îsraîlî çendîn cih li derdora bajarê “Mesiyaf” û cihek li gundê “El-Swîdî” û kargehên pîşeya berevaniyê li devera “Elzawî”yê li rojavayê “Hemma”yê kirine armanc a êrîşa xwe.

Pêka gotina Çavedêrê Mafê Mirovî li Sûriyê, cihê mana girûpên milîs ên girêdayê Spaha Pasdaran û Hizbullah a Lubnanê û cihê ragirtin û pêşxistina mûşekan û balafirên bê firokevan hatine bombebarankirin.

Media yên fermî yên rejîma Sûriyê ragihandine ku berevaniya esmaniya wî welatî  li dijî êrîşên esmanî yên Îsraîlê li devera “Mesiyaf”ê li parêzgeha “Hemma”yê bertek ji xwe nîşan dane û çend mûşek li esmanê Sûriyê teqandine.

Herwisa çavkaniyek leşkerî ya Sûriyê daye zanîn ku ew êrîş ji bakûrê Lubnanê ve hatine kirin û çendîn cih li navena Sûriyê kirine armanc.