Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

binkeya “Eyn El-Esed” ya li Îraqê rastî êrîşa girûpeke girêdayî rejîma Îranê hat

13:12 - 31 Gulan 2022

Binkeya “Eyn El-Esed”ya li parêzgeha “El-Enbar”a li rojavayê Îraqê, şeva Duşemî 30`ê Gulanê, bo carek din rastî êrîşa mûşekî ya girûpek girêdayî rejîma Îranê hat.

Nûçegihaniya “Al-Arabia” belav kiriye ku, di vê êrîşê de 6 rakêt li derdora vê binkeyê ku cihê mana hêzên hevpeymanan e, kevtine, lê ti xisarek canî û malî nli pey xwe nebûye.

Di meha derbasbûyê de jî, Binkeya “Eyn El-Esed” dubare rastî êrîşa 2 rakêtan hatibû û girûpek nenaskirî ku xwe bi girûpa “Berxwedana Navnetewî” didin nasandin bi rêya kanaleke Telegramî ya girêdayê rejîma Îranê ew êrîş gritbû bi stûyê xwe.

Berpirsiyaretiya êrîşên han, ji aliyê wan girûpên nenaskirî ve nayên qebûlkirin, lê Amerîka di piraniya wan haletan de wan kiryaran ji aliyê milîsên girêdayî rejîma Îranê ve dizane.