Binkeya mûşekên balistîk ên Îranê li navenda “Himmet” li bajarê Tehranê rastî êrîşa balafirên bê balafirvan hat.
Pêka nûçeya rojnameya Kuwêtê ya bi navê “El-Qebes”, li Binkeya Himmet li rojavayê bajarê Tehranê ku yek ji binkeyên girîng yên leşkerî û mûşekên balistîk yên Îranê ye, teqînek mezin qewimiye û ev teqîn li encama êrîşa balafireke bê balafirvan bûye.
Herwisa wê rojnameya Kuwêtê belav kiriye ku ev êrîş ji navxwyî Îranê, li mewdayeke nêzî 10 kîlometriya binkeya “Himmet” ve hatiye encamdan.
Herwisa rojnameya “El-Qebes”ê belav kiriye ku, ew êrîş li roja Înê û di demjimêrên şevê de hatiye encamdan.
Heta belavbûna vê nûçeyê, ragihandinên rejîmê ti behsek ji vê êrîşê nekirine û ti amarek ji xisarên vê êrîşê belav nebûye.