Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeya nû ya berhemanîna santrîfiyûjan li Netenzê dest bikarê xwe kiriye

18:08 - 14 Nîsan 2022

Nûçegihaniya “Reuterz”ê belav kiriye ku kargeha berhemanîna santrîfiyûjan a Netenzê li parêzgeha Îsfehanê dest bi karê xwe kiriye.

Roja Pêncşemî 14ê Nîsanê, Nûçegihaniya “Reuterz”ê bi belavkirina rapora Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî, daye zanîn ku kargehek nû ya berhemanîna santrîfiyûjan li binkeya navkiya Netenzê li parêzgeha Îsfehanê dest bi berhemanîna santrîfiyûjan kiriye.

Herwisa Nûçegihaniya “Reuterz”ê belav kiriye ku birêveberiya Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî di raporek nihênî de bi hemû endamên xwe re ragihandiye ku kargeha berhemanîna santrîfiyûjan dest bi karê berhemanînê kiriye.

Di destpêka demsala Havîna sala derbasbûyî de, kompaniya Teknolojiya Santrîfiyûjên Îranê “Têsa” li bajarê Kerecê kevte ber êrîşa balafirên bê balafirvan û xisarek zêde bi wê navenda alavên santrîfiyojan kevt û rejîma Îranê jî, ew êrîş xiste stuyê Îsraîlê.

Ew binkeya berhemanîna santrîfiyûjan bi çêkirin û berhemanîna alavên santrîfiyûjên pêşkevtî, rolek bingehîn di meyandina lezgîn û bi tîratiya zêdetira Uraniyomê hebûye û rejîma Îranê ew binkeya berhemanînê bo binkeya navkiya Netezê veguhastiye û niha dest bi karê xwe kiriye.

Rejîma Îranê hewla meyandina zêdetir û tîratiya heta %90 a Uraniyomê dide ku bikare bomba navkî berhem bîne û bo armancên xwe yên gemar li dijî mirovahiyê bi kar bîne.