Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyek çandî li bajarê Bokanê ji aliyê Spaha Pasdaran ve hate dayxistin

12:13 - 29 Kanûna pêşîn 2021

Di 7ê befranbara 1400 a Rojî de xanî û cihê karê kanûna perwerdeya hizriya zarokan ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve hate zewtkirin û kirin bi binkeyen leşkerî.

Kanûna perwerdeya hizriya zarokan ku nêzî binkeyeya serekî ya Spaha pasdaran bû, bi hêceta ewlehiya zêdetir a wê binkeya rejîmê, biryara dayxistina wê dabûn.

Berê jî fermandeyê Spaha Pasdaran a terorîst ê Bokanê, serheng “Cemşîdî” bi hevkariya  fermandarê Bokanê “Mihemed Emînzade” givaş li ser kanûna perwerdeya hizriya zarokan xistibûn ku divê wî xaniyî ku nêzî binkeya serekî ya Spaha Pasdaran e radestî Spahê bikin.

Niha Kanûna perwerdeya hizriya zarokan li bajarê Bokanê ti xaniyek bo berdewamkirina kar û çalakiyên xwe tinîne.