Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyeke artêşa Amerîka li Îraqê bû emanca mûşekan

11:32 - 12 Adar 2020

Binkeya serbazgeha Amerîka “Tacî” li bakûra Bexda yê hate mûşekbarankirin, ku ew serbazgeh ji alîyê hêzên Ameîrka û hevpeymanan ve tête bikaranîn.

Di encama wê êrîşa Mûşekî de, 2 Serbazên Amerîka û Serbazeke Birîtaniya hatne kuştin û çendîn kesên dinê jî birîndar bûn.

Di daxûyaniya para ragihandina hêzên hevpeyman de hatiye, piştî wê mûşekbaranê  Maşînek ji corê “Kiya Pînko” li başûrê Raşdîye hatîye peydakirin ku bingeha mûşekan li ser bûye û sê gulle mûşekên neteqiyayî jî di nav de hebûn.

Herçiqas heya niha ti alîyekê berpirsaytiya xwe ji wê êrişê neragehandîye, lê Amerîka û hêzên hevpeyman milîsên girêdayî bi rejîma Îranê berpirs dizanin.

Her lewma hate ragihandin ku bi meqseda tolhildanê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî binkeyeke  Heşda Şe`îbî bombebaran kirine ku bi vê hegerê, 18 çekdarên Heşda Şe`îbî hatin kuştin.

Herwisa di nûçe yekî dinê de hate ragihandin ku binkeyeke Sipaha terorîstiye Quds li Elbukemal a Suriyê bi tundî hatiye bombebarankirin.

Heya amadekirina wê nûçeyê, di derbarê xisara kuşî û birîndaran çi tiştek nehatiye ragihandin.

Lê hatibû ragihandin ku Pastarê terorîst Simaîl Qa`anî fermadê Sipaha Quds, serdana Suriyê kiriye.