
Gorî nûçeyên belavbûyî, binkeya bi navê Seqer ya hevpar a Spaha Quds a terorîst û Heşda Şeîbî, di herêma El Dure nêzîk Bexdayê rastî êrîşa esmanî ya balafirên şer yê Amerîkayê.
Şewa 27ê Tîrmeha 2020an, dengê çendîn teqînên mezin di nav binkeya Seqer ya hevpar ya Spaha Quds a terorîst û Heşda Şeîbî a ser bi herêma El Dure nêzî bajarê Bexdayê de hatine bihîstin ku demekî kurt piştî hingê pêka nûçegihaniyên Erebî, piştrastkirin ku ew binkeye ji aliyê balafirên Amerîkayê ve hatiye bombebaran kirin.
Gorî wan vidiyoyên ku hatine weşandin, xisareke mezin gihîştiye wê binkeyê, herçiqas heya niha amara kuştî û birîndaran belav nebûye.
Piştî bombarana wê binkeyê, hejmarek ambolans çûne cihê teqînê, ku eva jî nîşana hebûna kuştî û birîndarên zafe.
Piştî bûyer û teqîna di nava binkeya Seqer ya hevpar ya Spaha Quds a terorîst û Heşda Şeîbî, çendîn êrîşên mûşekî bo ser herêma Kesk a Bexdayê hatine encam dan.