Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyekî hêzên Amerîka li Bexdayê rastî êrîşa mûşekan hat

23:30 - 23 Nîsan 2021

Binkeya Leşkerî ya “Victoria” li balafirxaneya bajarê Bexdayê rastî êrîşa mûşekan hat û pêka ragihandinên Îraqê, 3 mûşek bi derdora wê binkeya leşkerî ya Amerîkayê ketine.

Roja Înê 23ê Nîsanê, ragihandinên Îraqê dane zanîn ku binkeya leşkerî ya Amerîka a bi navê “Victoria” li balafirxaneya navnetewî ya Bexdayê, rastî êrîşa mûşekbaranê hatiye û 3 mûşek li derdora wê binkeyê kevtine û hêzên ewlehî yên Îraqê, 5 mûşekên din ku bo wê armancê hatibûne amadakirinê peyda kirine.

Navenda Gihandina Zaniyariyên Ewlehî ya Îraqê, li daxuyaniyekê de ragihand: “Ji wan 8 mûşekên ku bona lêdana wê binkeya Amerêkayê hatibûne amadekirin, 3 mûşek hatibûne teqandin ku rakêta 1ê li nêzî girtîgeha navendî ya “El-Kerx” û rakêta 2yê bi meydaneke vala li nêzî akademiya hemberderketin li dijî terorîzmê ketiye û rakêta 3ê jî li nêzî yêk ji binkeyên hêzên bersiva lezgîn ketiye”.

Herwisa li wê daxuyaniyê de îşare bi wê yekê hatiye kirin ku wê êrîşê ti xisareke canî tinebûye.

Navenda Gihandina Zaniyariyên Ewlehî ya Îraqê li dawiya daxuyaniyê de ragihandiye: “Ew mûşek li ser banê maleke nive avakirî hatibûne danîn ku 5 mûşekên mayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine rakirin û ji aliyê tîmekê wê navendê ve lêkolîn li ser encamderên wê êrîşê, dest pêkiriye.