Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyekî hêzên Amerîka li nêzî bajarê Kerkûkê bû armanca rakêtan

11:04 - 14 Şibat 2020

Şeva Pêncşemî, 24`ê Rêbendanê, binkeya Amerîka a bi navê “K1” di nêzî bajarê Kerkûkê de, rastî êrîşa rakêtan hat, heya niha ji xisarên wê êrîşê ti zanîyariyek ji ber dest de nîne û ti kes an ku gurûpekê ew êrîşe nekêşandiye stuyê xwe.

Du mehan berî niha, yekem êrîş li ser binkeya “K1” hatibû kirin ku, bi 30 rakêtan hatibû bombebarankirin, û di encamp de peymankarekî Amerîkayê hatibû kuştin, û Amerîka gurûpa Ketaîb a Hizbullah û hêzên girêdayê rejîma Îranê bi wê êrîşê tawanbar kiribû, ku di tolhildanê de binkeyên “Ketaîb a Hizbullah”ê kirine armanca bombebaranan ku di encamê de, 65 kes ji hêzên wê gurûpa girêdayê rejîma Îranê kuştibûn.

Di heyama 4 mehan de 20 êrîşên mûşekaî li ser hêzên Amerîka di Îraqê de hatiye kirin, lê ti yek ji wan bi qasî êrîşa meha Desamber a sala derbasbûyî bertek li pey xwe ve neanîn, ku di wê êrîşê de yekem car binkeya “K1” bibû armanca rakêtan, û Amerîkayê bi tola wê êrîşê, Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Mihendis kirine armaca mûşekên xwe û ew kuştin.