Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyên dewletî û hikûmî kawilkerê serekî yên jîngehê ne

12:41 - 9 Hezîran 2021

Serokê Saziya Parastina Jîngehê ya rejîma Îranê, “Îsa Kelanterî” got: “Navendên hikûmî û dewletî kawilkerê serekî yên jîngehê ne”.

“Îsa Kelanterî” huşdarî da ku Îran bi kawilkirina jîngehê, hederdana vize û kêmbûna av di rewşa krîzê de ye û pirsgirêka bingehîn jî ev e ku, dezgehên dewletî û hikûmî bi xwe kawilkerê serekî yên jîngehê ne.

Herçiqas ku wî berpirsê rejîma Îranê îdia kiriye, ku Saziya Parastina Jîngeh take saziya parastina jîngehê di Îranê de ye û parastina jîngeh erkê xwe dizane, lê bêdengiya wê saziyê li derheq kawilkariyên rejîmê li jîngehê û îzin û derfetdan bi navendên rejîmê bona kawilkirina jîngehê, her bi xwe yek ji wan binkeyên kawilkirina jîngehê ye.

Nebûna siyaseta serast a parastina jîngehê û berçavnegirtina zanistên parastina jîngehê, afirandina karesatên wekî hişikbûna gola Urmiyê bi sedema avakirina pira kelanterî û avakirina avbendan ku bi îzna Saziya Parastina Jîngeh a Îranê hate avakirin mînakên kawilkariyên rejîmê ne.

Veguhastina av ji deverên kêm av bo cihên dinê wekî parêzgeha Luristanê ku ava wê bo bajarê “Qum”ê veguhastine, gelek dever rastî bêaviyê kirine ku derbên giran bi jîngeh û werzêriyê dane.