
Kurdistanmedia: Karxaneya dirustkirina mûşekan ya Spaha Pasdaran ya li Sûriyê, bû armanca êrîşên balafirên şerker yên dewleta Îsra`îlê û ji nav çû.
Medyayên fermî yên Sûriyê ragehandine ku, roja Yekşemî 31`ê Pûşpera 1397`an, balafirên şerker yên Îsra`îlê di êrîşeke esmanî de binkeyeke leşkerê a Îranê ya di nav axa Sûriyê de kirine armanc.
“Ramîn Ebulrehman” berpirsê Saziya Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê ev nûçeya piştrast kiriye ku, ev binkeya leşkerî karxaneya dirustkirina mûşekên erdê bo erdê bûye, û ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran a rejîm Îranê ve li Sûriyê de hatiye dirustkirin.
“Ramîn Ebdulrehman” herwisa eşkere jî kiriye ku, hêzên leşkerî yên rejîma Îran û Hizbullah a Lubnanê di vê binkeyê de cih girtine.
Piştî êrîşa roja Yekşemî, “Benjamin Netanyahu” serokwezîrê Îsra`îlê ragehandiye ku:
“Bi tu awayî êrîşên van yên bo ser binkeyên rejîma Îranê yên di nav axa Sûriyê de, dawî pê nayên”, û navbirî bas ji vê jî kiriye ku, ev cihane tev binkeyên Spaha Pasdaran a rejîma Îran û hêzên Hizbullaha Lubnanê li nav axa Sûriyê de ne û hatine diyarîkirin, û her hemû dibine armanca mûşekan.
Li gorî rapora nûçegihaniya “Dengê Amerîkayê”, berpirsên Îsra`îlê, pêşniyara Rûsiyayê ya derheqê mana hêzên Îranê li nav axa Sûriyê de bi merca vekişiyana van bi qasî 100 kîlometran ji sînorên Îsra`îlê ve hatibû red kirin.
Berpirsên Amerîka û Îsra`îlê berdewam ragehandine ku, bi çi awayî ev hebûna hêzên Îran û Hizbullahê li Sûriyê de qebûl nakin, û hewce ye heta Rûsiya alîkariyê bike ku ev hêzane bi tewawî axa Sûriyê bi cih bihêlin.