Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê digel kêmbûna serbazan rû bi rû bûne

12:56 - 7 Kanûna pêşîn 2020

Di binkeyên leşkerî yên Îranê, rejîm digel kêmbûna serbazan rû bi rû bûye û ciwan pêka salên berê gelek kêm diçine serbaziyê .

Pêka nûçeyên gehiştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê di binkeyên leşkerî yên bajarê “Merîwan”ê de kêmbûna serbazan heye û bi sedema koronayê kes naçe bo wan binkeyan.

Herwisa pêka salên derbasbûyî ciwan naçine serbaziyê û ew serbazên ku di wan binkeyan de ne neçar in ku şev û roj pasevaniyê bidin û gelek caran rojane serbazek heya 8 demjimêran pasevaniyê dide.

Ji aliyek din ve berpirsên wê binkeya leşkerî givaşekê zêde dixine ser wan serbazan û wan azar didin û karê zêde bi wan re didine kirin.