Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyên rejîma Îranê cardin li Sûriyê bûn bi armanca balafirên Îsraîlê

11:31 - 15 Şibat 2021

Nûçegihaniya “Reuters”ê belav kiriye ku Îsraîlê di berdewamiya êrîşên xwe bo ser bajarê “El-Kiswe”, binkeyeke çekdarên ser bi rejîma Îranê kiriye bi armanc.  

Nûçegihaniya “SANA” a ser bi rejîma Sûriyê belav kiriye, dijemûşekiyên Artêşa Sûriyê bersiva wê êrîşê daye.

Welatê Îsraîlê çendîn caran ragihandiye ku hebûna rejîma Îranê û girûpên çekdar yên terorîstên ser bi rejîma Îranê li axa Sûriyê, gefeke micid e bo ser Îsraîlê û hemû demê wan girûpan dike armanc û heta niha gelek ziyanên canî û malî gihandiye wan girûpan.