
Binkeyên Spaha Pasdaran a terorîst di parêzgeha “Dêre Zûr”ê û herwisa di bajarê “Hema”yê de jî rastî êrîşên esmanî yên balafirên bê pîlot hatine.
Roja Yekşemî, 19ê Tîrmehê, balafirên bê pîlot di derdora bajarê “Dêre Zûr” û herwisa derdora bajarê “Hema”yê de binkeyên rejîma Îranê bombebaran kirin.
Pêka nûçeyên belavbûyî, 6 teqîn di derdora “Elbûkemal” di rojavaya bajarê “Dêre Zûr”ê de qewimîne û di rojekê de ew binkeyên Spaha Pasdaran a terorîst du caran hatine bombebarankirin.
Herwisa di devera “Selmiye” ya di bin desthilata “Beşar Esed” û hêzên girêdayê rejîma Sûriyê de, li derdora rojavaya bajarê “Hemay”ê jî binke û bargehên Spaha Pasdaran a terorîst û hêzên girêdayê rejîma Îranê, rastî êrîşên esmanî yên balafirên bê pîlot hatine.
Di wan heyamên dawiyê de, bargeh û binkeyên rejîma Îranê di Sûriyê de bi tundî têne bombebarankirin û rejîma Îranê nekariye ti bertekeke wiha ya wan êrîşan bide ku ew bi xwe nîşana neşiyan û tinebûna hêza bersivder a leşkerî ya rejîma Îranê di Sûriyê de ye.