
Binkeyên “Spaha Quds” a girêdayê Spaha Pasdran a terorîst li derdora bajarê “Heme”yê, bûn armanca balafirên şer yên Îsraîlê.
Roja Pêncşemî, 4`ê Hezîranê, binkeyên Spaha Quds a taya Spaha Pasdaran a terorîst di bajarê “Mesyaf” a girêdayê bajarê “Hema”yê , de rastî êrîşên balafirên şer yên Îsraîlê hatin û pêka hindek ji çavkaniyan 9 kes hatine kuştin û xisarên madî yên giran jî hebûne.
Pêka ragihandinên rejîma Sûriyê, tevî ku xisarên malî hebûye, ti basek ji xisarên canî nekiriye.
Lê pêka hindek ji cavkaniyên nefermî 9 endamên Spaha Pasdaran a terorîst yên rejîma Îranê di wê êrîşa esmanî ya balafirên şer yên Îsraîlê de, li bakurê “Hema”yê hatine kuştin û birîndarkirin. Lê heya niha rajîma Îranê û Spaha Pasdaran a terorîst, ti baseke ji wê êrîşê nekirine.