
Binke û payîgahên leşkerî û cihê mana hêzên hevpeymanan û bi taybetî hêzên Amerîka, di nava Îraqê de ji aliyê girûp û milîsên girêdayî bi rejîma Îranê ve kevtne ber êrîşa mûşekî.
Gorî nûçeyên belavbûyî, şewa derbasbûyî, PadiganaTacî bû emanca 5 mûşekan û gorî zaniyariyên ku fermandehiya hêzên Amerîka belav kiriye, bi wê hegerê ve, çendîn teqîn di nava Padganê de qewimîne û xisar geheştiye cebirxane û Helîkoptêran û maşînên serbazî.
Herwisa Payîgeha Ispaykêr cihê mana hêzên Amerîka û Artêşa Îraq ê kevte ber êrîşa mûşekî a Heşda Şe`îbî û girûpên ser bi rejîma Îran ê.
Ew êrîşane piştî bombebarana Padigana Seqer ji aliyê Balafirên şerkere Amerîka ve, hatine kirin.
Payîgeha Seqer cihê mana hêzên Heşda Şe`îbî û Sipaha terorîste Quds a rejîma Îran ê di Îraq ê de ye.
Rewşa Îraqê gelek tevlîheve û rejîma Îran ê bi armanca sistkirina givaşên ser xwe û dûrxistina şerê neragihandiye Îsraîl û Amerîka, kevtiye haydana girûpên girêdayî bi xwe , ku di nava Îraq û Lubnan ê de agirê şer xweş bikin.