
Kurdistanmedia: Dewleta “Kanada”yê li ser daxwaza “Amerîka”yê, yek ji birêveberên Kompaniya “Huawei” bi sedema binpêkirina dorpêçên Amerîka bi ser Tehranê destbiser kir.
Nûçegihaniya “Routers”ê belav kir ku keça avakerê kompaniya “Huawei” bi navê “Wanj Mêng”, ku yek ji endamên Lêjneya Birêveberiya “Huawei” ye, ji aliyê polîsê Kanada ve hatiye destbiserkirin, û tê gotin tohmetbar e bi dewrlêdana tehrîmên Amerîka li ser Tehranê.
Di Cozerdana sala 95 de lêpirsiyarên qezayî ên Amerîkayê, kompaniya “Huawei” tometbar kirin bi binpêkirina dorpêçên Amerîkayê, û ragehandin ku ew kompaniya, berhemên Amerîkayî radestê Îranê dike, û alîkariya wan dike bo dewrlêdana dorpêçan.
Di behara Îsal de jî belavoka “Forbês” di raprekê de bas ji vê yekê kiribû, ku kompaniya Çînî a “Huawei” dorpêçên Amerîka binpê dike, û bi berdewamî teknelojî û ew keresteyê sen`etî ên çêkiriyê destê Amerîkayê, bi awayekî rasterast û nerasterast radestê welatên wekî: Sûdan, Sûriye, Koreya Bakûr, Kûba û Îran dike.