
Kurdistanmedia: Ragihandina wekişyana pêngava 4, ji sozên Bercamê ji aliyê rejîma Îranê vê, dijkiryar û nîgeraniya cîhanî bi du xwe de anî.
Elî Ekber Salihî Serokê Ajansa Navkî ya rejîmê daye zanîn ku, dikarin 50 caran hindî berê Oraniyomê bimeyînin. Ji aliyek din ve jî, Hesen Rûhanî pêngava 4 ji wekişyan sozên ku dabûne lihevkirina Bercamê, destbicî welatên Rojavayî li vê derheqê de nîgeraniyên xwe dane xûyakirin.
Di vê derheqê de Wezîrê Derve yê Birîtaniya ragihand ku, ew karê Îranê binpêkirina Bercamê ye û em bi gefekî micid bo ser ewlehiya xwe dizanin.
Herwisa parek ji endamên Kongira Amerîkayê, ji dewleta Amerîkayê xwastin ku, bila hemû lêborîna Navokî ya li ser Îranê hilweşîne û dorpêçên cîhanî bixine ser Îranê.
Yekîtiya Ewropayê jî, li ser vê kiryara Îranê ragihand, ev pêngavên Îranê cihê nîgeraniyê ne û êdî parastina Bercamê gelek dijvar bûye.
Welatên Firansê, Birîtaniya û Almaniya, daxwaz ji Îranê kirine ku ji binpêkirina soz û xalên lihevkirina Bercamê xwe biparêze.
Serkomarê Amerîka Donald Tiramp jî got: Emê bibînin ku Îran bi wan karê xwe yê xirab, dê çi bîne serê xwe.