Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bînyamîn Natanyahû: “Bijardeya êrîşa pêşdest bi Îranê hêj li ser maseyê ye”

17:16 - 29 Îlon 2020

Serokwezîrê Îsraîlê, “Binyamîn Natanyahû” di dema daxuyaniya xwe ya Online de li ser tirba leşkerên Îsraîlî di salvegera şerê Îsraîl û Ereban hîşdarî daye Îranê.

Roja Sêşemî, 29ê Îlonê, Serokwezîrê Îsraîl, “Bînyamîn Natanyahû”di dema daxuyaniya xwe ya Online de li ser tirba leşkerên Îsraîlî di salvegera şerê Îsraîl ya di sala 1973an digel welatên Erebî de, hîşdarî daye Îranê ku bijardeya êrîşa pêşdest ya Îsraîlê bi Îranê hêj li ser maseyê ye.

Herwisa “Natanyahû” gotiye: “Hekî pêş ji despêkirina şer di wê salê (1973) de, me dest bi êrîşa pêşdest kiriba, şerê “Yom Kîpor” dê rewş û aliyeke dinê li xwe bigirtiba”.

Di sala derbasbûyî de, binyamîn Natanyahû li cem balafirên f35 hişdarî dabû Îranê ku ew balafir dikarîn her cihekî Îranê bikin bi armanc.

Serokwezîrê Îsraîlê daye xuya ku şîret ji şerê sala 1973an vergirtiye û bona parastina Îsraîlê her karek hewce be dê bike û bi dûr nizane ku êrîşa pêşdest bê kirin.

Rejîma Îranê tevî wan baykotan, dorpêçan û mehkûmkirinan ji aliyê welatan û saziyên Cîhanî ve, dest ji çewtekariyan û gefan bernade.