Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîr anîna Kiyanûş Asa ji aliyê YXDKÎ ve biland hat nirxandin

21:18 - 14 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê rêûresmek bi hinceta 5’emîn salvegera şehîdbûna xwendekarê Kurd Kiyanûş Asa lidar xistin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Şemî 14’ê Hezîran a 2014’an, rêûresma 5’emîn salvegera şehîdkirina xwendekarê Kurd Kiyanûş Asa birêve çû.

Rêûresm bi xwendina marşa “Ey reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ên hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê destpêkir.

Di destpêka merasimî de peyema Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi wê bonê ji aliyê Omîd Ebdî endamê rêveberiyawê saziyê ve hat pêşkeş kirin.

Piştire fîlmekî dêkomêntarî li ser jiyan û kesayetiya xwendekarê Kurd Kiyanoş Asa ku ji aliyê YXDKÎ ve hatibû amade kirin hat nîşan dan.

Piştre sirûdek bi navê Serbestî ji aliyê kora mûzîk a PDKÎ ve hat pêşkeş kirin.

Paşan peyama Komeleya Xwendekarên Rojhelatê bi wê bonê hat xwendin.

Di daviya rêûresmê de marşek bi lehca Kelhorî bi navê “Qetar û Tifeng” ji aliyê Xolam Fatihî ve û bi alîkariya kora mûzîk a PDKÎ het pêşkeş kirin.

Kiyanûş Asa 19’ê Adar a 1984’an ji dayîk bûye û xelkê Kirmanşanê ye , xwendekarê Kurd karnasê bilind yê endazyarê kimyayî yê zanîngeha “Elim û Sinet”a Tehranê, li meşên sala 2009’a Îranê ji aliyê hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îslamî a Îranê ve hat şehîd kirin û piştre termê navbirî 24’ê Tîrmeha heman salê de di pizîşka yasayî de ji aliyê malbata wî ve hat nas kirin û paşan di 28’ê Tîrmehê li baxê Fêrdus a Kirmanşanê hat definadin.