Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîr û hizra Qasimlo koçka dîktatoriyê xistiye hejandinê

19:09 - 1 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî ya Îranê îtilraf bi mezinahiya PDKÎ û şikesta xwe li hemberî “Dr.Qasimlo” kir.

Li gorî nûçeyên ku gihîştine malpera “Kurdistanmedia”yê, karbidestên rejîma Îslamî a Îranê wekî, dab û kultûra hertmî a xwe dîsan êrîşî li ser PDKÎ kirine û bêrêzî bi “Dr. Qasimlo” kirine.

Di navbera 32.mîn dewra pêşangeha pirtûkan ya li Tehranê, karbidestên dîktator û cinayetkarên Tehranê li binêra ku bi wêneya “Dr. Qasimlo” hatibû xemlandin, îda`aya vê yekê kirine ku, Partiya Demokrat û “Dr.Qasimlo” ser bi biyanyanin.

Danîn û belavkiriba van postêr û binêrane ji aliyê karbidestên Tehranê kiryareke nû nine û li sala 1395`an jî ku PDKÎ xebata nû ya xwe ya bi navê “Rasan”ê, ragehandiye; Li Tehranê binêr belavkirbûn ku PDKÎ partiyeke jinavçûye(munhele) tu qîmetekê pê nedin.

Kar û kiryarên bi vî rengî vê yekê nîşan didin ku rejîm bixwe îtiraf bi vê yekê kiriye ku, xelkê Kurdistanê piştevanê PDKÎ ne, û rêberên vê partiyê wekî birêveberên xwe dizanin û di vê pêxemê de, di rêbaza rêberên xwe de jî tu gorîkirinekê xwe jê bêpar nakin.

Hevdem berpirsên rejîma Îranê bixwe, îtiraf bi vê dikin ku, PDKÎ di nav xelkê de cih û pêgehek heye û xelk jî piştevaniya vê hizbê dikin.

Gef û êrîşên berdewam yên bi hemû awayî yên rejîma Îranê, herwisa gefa rasterast a terorkirina pêşmerge, kadr, rêber û endamên PDKÎ vê rastiyê nîşan didin ku PDKÎ di qada xebatê de her maye û heya gihîştin bi armancên xwe dev jê ber nade.

Bêrêzîkirina berpirsên şoyînîzim yên Tehranê mijareke nû nine, belkû berdewam li riya bi navê dengûreng, rojname û televîzyonên xwe ve bêrêzî bi xelkê Kurdistanê dikin.

Karbidestên rejîma Îranê dibe bi cihê çewtekariyên dîrokî û coxrafiyay li dever û Kurdistanê, bîr li firotin û bi kirêdana axa xwe ji biyaniyan di dîrokê de bike ku, nûtirîn ji van dikarin îşare bi binkeya Nûje a li bajarê Hemedanê ji Rûsiyayê re, bendera Çarbihar jo Hindostanê re, firotina behra Xezer ji Rûsiyayê re û çendîn kiryarên din bikin.

Dema ku medyayên rejîma Îranê bi awayekî fermî û eşkere axavtinên xrab û dûr li edebiyata siyasî û sedeba dîroka mirovî bi taybet lidijî Kurdan bi kar tînin, mijarên wiha çavnihêrê kirî nin ku binêr û postêrên di vê derheq de jî belav bikin.