
Kurdistanmedia: Dirêjîderên riya şehîdên Kurdistanê, ji ber nêzîkbûna 22`ê Pûşperê, salroja şehîdên “Viyen”ê, di Kurdistanê de çalakiyên tebilîxî bi rê ve birin.
Li gorî nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokrat ji bo nûkirina peymana xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê, û bi taybet şehîdên 22`ê Pûşperê, di çendîn bajarên Kurdistanê de, hevdem çalakiyên tebilîxî lidar xistin.
Bajarên ku çalakiyên tebilîxî tê de hatine encam dan bi vî awayî ne: Di bajarê Pîranşarê de “Berî pîranan”, bajarê Bane “Şeqama Nexweşxane”, “Kemerbendî”, “Deng û Reng” a vî bajarî, “Talara Çopî”, “Sêrêya Bûyin”, bajarê Merîwanê “Pirtûkxaneya Sadiqiyan ya Merîwanê”.
Mamosta û rêber “Dr. Ebdulrehman Qasimlo”, di rêkevta 22`ê Pûşpera 1368`an, di dema ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd digel hejmarek ji dîplomatên terorîst yên rejîma Îslamî ya Îranê, di “Viyen”ê de gotûbêj dikir, digel hevalê xwe yê xebatkar “Ebdullah Qadirîazer”endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demokrat, bi destê nûnerên rejîma Îslamî hatine şehîdkirin, û di vê kiryara terorîstî de herwiha “Dr. Fazil Resûl” xelkê Kurdistana Başûr, û mamostayê zanîngehê di “Viyen”ê de jî, bi destê terorîstan hate şehîdkirin.