Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîranînek ji Ebas Kemendî, hozanvanê Kurdistanê

15:19 - 10 Hezîran 2014

A: Firat Cewerî

Roja pêncşeme termê Ebas Kemendî tevî xwendina mozîka “Çemerî” bi beşdariya hezaran kes ji xelkê Sine bi axê hat sipartin. Wî zêdetir ji çar dehsalan di warê hunera kurdan çalakî kir û di temenê 62 saliyê de bi sedema rawestana dil çû ber dilovaniya xwe.

Wî di temenê 16 saliyê de dest bi çîrok nivîsî û şê’r xwandinê kir û xelata çîroknivîsiya Radiyoya Sine wergirt.

Ebas Kemendî di sala 1971an de bi xwendina mozîka “ Sebirî Gol firoş” ku tevî Şehîn Talebanî xwend, navê wî kete ser zimanan û nav û deng peyda kir.

Şehîn Talebanî dibêje “Ebas Kemendî gote min, min tu kiriye hozanvan û tejî ez kirime hozanvan”
Şehîn Talebanî di bîranînên xwe tevî Ebas Kemendî dibêje “Ebas qena’t bi malbata min anî ku ez di radyoyê de mozîkê bixwînim”.

Rojekî min tevî hevalên xwe li çiyayê Abîdera Sine lawje digot û Ebas dengê min hajê bû û ez gazî kirim bo Radiyo. Di wê serdemê de lawjegotin bo jinan eyb bû û malbata min razî nebû ku lawja bêjim, lê piştî çar mehan Ebas malbata min razî kir ku ez bi naznaveke din harîkariya wî bikim û me bi hevre lawjeya “ Sebrî gol firoş” xwend ku zaf serketî bûn ku bo çend rojan herro di seranserê kurdistana Îranê û Îraqê bilav dikirin.

Celal Melikşah, hozanvanê Sineyî, ku di zarokatiyê de tevî Ebas Kemendî mezin bûye dibêje; di soz û dengê Ebas Kemendî de, em dikarin derd û îzaya sedan saleya xelkê fam kin “Ew bi hêtîmî mezin bû û bi zehmetek zaf û bi hewlek zaf gihîşte huner û mozîka kurdistanê û tu car jî hunera xwe nefirote hakiman û hejarî bo jiyana xwe hilbijard.

Pêş şoreşa Îranê Ebas Kemendî bo Îdareya Çand û Hunera Sine kar dikir û di gund û deveran de digeriya û lawjeyên kevnar û fulklur kom dikir û arşîv dikir.
Rêzdar Necmedîn Xolamî lawjebêjê kurd dibêje; “Ebas Kemendî bandorek baş di parastina mozîka fulklur bitaybet mozîka Hewramî di kurdistanê de hebû.

Ebas Kemendî di warê edebyata Zarokan, Fîlm, Senaryo, Helbest û lawjegotinê de yêk ji kesayetiyên navdar ê kurdistanê bû.
Çavkanî: BBC