
Birayan Hok, Nûnerê Teybet ê Wezareta Derve a Amerîkayê di karûbarê Îranê de, li dergheq Vîrûsa Koronayê di Îranê de gotiye: “Em li pey rêyên cuda ne ku alîkariya xelkê Îranê bidin, lê divê hûn jî bîr nekin ku berpirsiyariya sereke ya rejîmê ev e ku li ser xelkê xwe bifikire û alîkariya wan bike.
Birayan Hok, roja Înê 9`ê Reşemê got: “Me rêyek jibo alîkariya mirovî ji rêya Sû`îsê ve rêkxistiye, ku em alîkariya xelkê Îranê bikin”.
Herwisa “Hok” li derheq hevdîtina Tiramp û Îranê de got: “Tiramp ti pirsgirêkek nîne bo hevdîtin digel Îranê, lê Tiramp amade nîne pereyekê bo wê hevdîtinê bide û me ti eceleyek nîne û em ji stratîjiya berê ku serketî hebû razî ne”.
Karbidestên rejîma Îranê jî berê dabûne zanîn ku, jibo hevdîtin digel Amerîkayê û danûstandinkirin, dibe Amerîka di pêşiyê de tehrîman li ser Îranê rabike.