
Kurdistanmedia: Birayan Hok daye zanîn ku, her kes û welatek tehrîmên Amerîkayê yên li dijî Îranê binpê bike yê rastî cezayê me bê.
Roja Pêncşemî 4`ê Rezber, Nûnerê taybet ê Wezareta Derver ya Amerîkayê li karûbarê Îranê, di civîneke rojnamevanî de got: Baykotên wê dawiyê ên li dijî Çîn nîşan dide ku, ew kes û hikûmetên ku biryarên me binpê dike li jêr çavedêriya me de ne, û hemû welatek dibe dest ji bazirganîkirin digel Îranê bikişînin.
Herwisa navbirî got: Baykota neftiya me ya li dijî Îranê wisakiriye ku, salane 50 milyard dolar ji Îranê bêstandin û emê wî karî xwe berdewam bikin.
Navbirî bi îşarekirin bi fermana Donald Tiramp a derheq qedexe kirina hatina berpirsên naskirî û malbatên wan bo Amerîkayê got: Ew êdî nikarin bêne Amerîkayê û ji azadiyên Amerîkayê mifahê vergirin, xelk bi sebeba çewtekariyên berpirsên rejîmê cezayê dibînin.
Her di vê derheqê de, Serkomarê Amerîkayê Donald Tiramp roja çarşemî 3`ê rezberê, biryarek wajo kir û ragihand ku, dibe cewaza serdan û sefera deshilatdarên rejîma Îranê û kesûkarên wan bête rawestan, daku nekarin serdana Amerîkayê bikin.