Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birayan Huk: Rejîma Îranê pêgeha xwe di Îraqê de ji dest daye

13:29 - 12 Hezîran 2020

Roja pêncşemiyê 11 ê Hezîrana 2020 an, Birayan Huk, nûnerê taybetiye wezareta derwe ya Amerîka bo karûbarê Îranê, di hevpeywînekê de di gel Skay niyuz a Erebî got: Bi sedema kuştina Qasim Silêmaniyê terorîst ji aliyê Amerîka ve, pêgeh û nifûza rejîma Îranê di nava Îraqê de kêm û lewaz bûye.

Birayan Huk herwisa got bi hegera givaşên me, rejîma Îranê heya qasekê pêgeha xwe di nava welatên dewerê de ji dest daye .

Wî deshilatdarê Amerîka  berî hingê jî gotibû ku bi hegera givaşa dorpêçan, gelek lewaz bûye û konterola her tiştî ji dest daye.

Ebas Mûsevî berdevkê wezareta derveye Îranê di hember wan gotinên Birayan huk de bertek nîşan da û got: dê bi wan zûkatiyan li hember Îranê de bikevne qedeman.

Piştî nemana Qasim Silêmaniyê terorîs, hem aliyê Îraqî û milîsên girêdayî bi Îranê bûn, heya qasekê ji Îranê dûr kevtine, hem Dewleta Îraqê bona kêmkirina pêgeh û destêverdana rejîma Îranê di nava Îraqê de, hinek guhatina bi ser xwe de aniye.

Bo mînaka Mistefa Kazimî Serokwezîrê Îraqê biryar daye ku Simaîl Qa`aniyê terorîst nikare bi bê Vîza serdan Îraqê bike, yan Milîsên Heşda Şe`ibî nikarin peywendiya rastewxwe di gel Îranê de hebin.