Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveberiya "TISHK TV"yê agehdariyekê belav kir

19:08 - 25 Adar 2019

Kurdistanmedia: Birêveberiya "TISHK TV"yê, derheq çavaniya vergirtina kanala “Tishktv”yê, li ser dezgeha risîvêr û herwisa weşana kanala xwe di welatên wekî, Amerîka û Ewropayî de, agehdariyek bo temaşavanên televîzyonê belavkir.

Deq agehdariyê wiha ye:

Temaşavanên hêja yên “Tishktv”yê

Di heyama van çend rojan de, ku weşana asayî a televîziyona “Tishktv”yê destpêkiriye, tevî keyfxweşiya bêhempa a xelkê ji ber destpêkirina dubare a “Tishktv”yê,  hin pirs li cihên coda bo birêveberatiya televîziyona “Tishktv”yê hatibûn, û bi armanca rêzgirtin li hevxemiya we û herwisa şopandina pirogramên televiziyona hezkirî a we bixwe, û me erka ser milê xwe  zanî, ku, bi belavkirina agehdariyekê hemû temaşevan û hogiran agehdar bikin

Pirsa yekem derheq weşana “Tishktv”yê, ku bi sedema vê ku bi qualîtiya  (HD) weşanê dike, hindek li dezgehên risîvêran şiyana wernegirtinê tunînin, û her bi vê sedemê jî temaşevanên rêzdar hewceye dezgehên risîvêrên wisa hebin da ku şiyana vergirtina kanalên (HD) yên din jî hebin.

Pirsa duyem li ser nebûna deng, di dema weşana pirograman de, ku bi sedema vê ku hindek li dezgehên risîvêran sîstema van li vê coreyî nine, û dibe firekansa ku televîzyona “Tishktv”yê, li ser weşanê dike, vê firekansê pak bikin û dubare li ser firekansên “Tishktv” wate 12594 pê bidin, û dubare xez bikin da ku pirsgirêka deng çareser be.

Pirsa sêyem, derheq bi weşana “Tishktv”yê, li welatên wekî Ewropayî û Amerîkayî bû, ku,hewceye rabigehînin ku, bi sedema vê ku ev setlaîta ku “Tishktv” li ser weşanê dike, taya weşana  vê li ser Rojhilata Navîn û Ewropaya Rojhilate, li welatên Ewropaya Rojava û Amerîka û Kanadayî wernagire, û dikarin daxwaz li kompanaiyên taybet bi belavkirina kanalên esmanî bikin, da ku ku ji riya kabl û aboneya mehane ve kanala televîzyonî a “TISHK”yê jî zêde bikin û her wek li hindek welatan ku li riya dezgehên wekî Aîstar û kompaniya pêwendîdar bi vê karê hatine vekirin, û temaşavanên bi hûrmet li welatên Ewropayî li vê rê çi li kanala xwe dikin

Tevî spaskirina ji temeşavan û xemxwaran, her wek hatiye ragehandin, li riya “Whatsup” û soşyalmedyayên din, bi hejamara (0046722518777), dikarin pêwendî bi televîzyona xwe televîzyona “Tishktv”yê bigirin û di derfetên bê de jî, hewl didin da ku bersivên pirs û pêşniyar û tîbîniyên we bidin.

Birêveberiya "TISHK TV

5`ê Xakelêweya 2719 a Kurdî

25`ê Adara 2019`an