Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna konferansa “Kurd di guherînkariyên pêşeroja deverê de”

19:13 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Akadimiya Siyaset û Hizra Demokrasiyê konferansek bi navê, “Kurd di guherînkariyên pêşeroja deverê de” li bajarê Silêmaniyê  lidar xist.

Akadimiya Siyaset û Hizra Demokrasiyê, roja Şemî rêkevta 16`ê Gelawêja 1397`an li bajarê Silêmaniyê sêyemîn konferansa xwe ya bi navê “Kurd di guherînkariyên pêşeroja deverê de” bi amadebûna beşeke zêde  ji nûnerên partî, sazî, mamostayên zanîngehan û kesayetiyên akadmîsiyen yên her çar parçên Kurdistanê lidar xist.

 Ev konferans di sê panêlan de bi rê ve çû,: Ew panêl wiha hatibûne destnîşankirin, 1- Faruq Refîq, nivîser li ser mijara bi navê Efsaneya Nîştiman 2- Dr. Kardu Mihemed, mamostayê zanîngehê derheqê mijara Pêgeha Leşkerî a Herêmê piştî dirustbûna DAÎŞê 3- Hevjîn Mela Emîn nivîser, li ser mijara Ezmûnên Siyasî yên Herêma Kurdistanê.

Naveroka panêla duyem wiha bû:1- Dr. Kamran Mentik mamostayê zanîngehê li ser mijara bi navê “Kurd di sîstema cîhanê de” 2- Viyan Mihemed Ferec, nivîser derheqê mijara bi navê “pirojeya Gap” 3- Mes`ûd Ebdulxaliq nivîser, li ser mijara bi navê çarenivîsa “Kurd di pirojeyên Rojhilata Navîne de”.

Panêla sêyem jî wiha hatibû destnîşan kirin: 1- Serhed Warto Berdevkê Koma Civakên Kurdistan “KCK”ê, li ser mijara bi navê “Dagîkariyên dewleta Turkiyê derheqê Başûrê Kurdistanê de”, 3- Ebûbekir Elî nivîser û çavdêrê Siyasî derheqê mijara “Pêvajoya aştiyê li Turkiyê di navbera derfetên  jidestçûyî û şansên pêşerojê” 3- Fo`ad Xakîbêygî nûnerê PDKÎ li Silêmaniyê, derheqê mijara  bi navê “Îranê piştî vekişiyana Amerîkayê ji lihevkirinnameya navikî û bandora wê li ser xebata Kurd di Kurdistana Rojhilat de”.