
Di çend rojên derbasbûyî de li devera “Serê Meydan”ê ya girêdayî najarê “Mehaba”ê ji aliyê çend kesên derfetçî ve komek ji dar hatine birîn.
Ew darên ku hatine birîn, bo firotinê bo bazarên taybet bi daran li bajarê “Mihabad” û derdorên wî bajarî hatine veguhastin.
Birîna wan daran zirarek zêde gihandiye sirûş û xwezaya wê deverê û jîngeha deverê têk daye.
Welatiyên wê deverê li derheq birîn û firotina daran nerazîne û tevî vê ku çend caran zirara wê karê gihandine guhê aliyên pêwendîdar, lê heta niha ti aliyek netenê çareser nekiriye, belkî lipeyketinek bo wê pirsgirêkê nekirine jî.