Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîn û firotina darên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye

11:09 - 14 Çirriya pêşîn 2021

Heyemek e ku birîn û firotina darên Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Seqizê bi awayekî berçav, zêde bûye.

Pêka zaniyariyên gihîşt bi malpera “Kurdistanmedia”ê, birîn û firotina daran ji aliyê kesên girêdayê rejîma Îranê ve tê kirin û pêka zaniyariyan bi tenê li gundên “Dere Ziyaret û Şîpaneco”yê, di wê heyamê de zêdetir ji 300 dar hatine birîn û firotin.

Ew dar ên daristanên Rojhilatê Kurdistanê ne û bi sedema birîna wan daran, xisareke zêde bi jîngeha Rojhilatê Kurdistanê ketiye.

Navê wan kesên ku darên daristanan li gundên “Dere Ziyaret û Şîpaneco” birîne û firotine, li malpera “Kurdistanmedia”ê parastî ne.