Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîn û şewitandina daristanan, jîngeha Kurdistanê ber bi kavilkariyê ve dibe

13:35 - 17 Nîsan 2022

Kavilkarî û têkdana jîngeha Kurdistanê ji aliyê kesên derfetçî û qazancxwaz ve, bûye gefek mezin li ser jîngeha Kurdistanê.

Di vê dawiyê de, gelek ji darên qiraxa çemê rêya Mihabad-Serdeştê ji aliyê kesên derfetçî ve hatine birîn ku ciwaniya jîngeha deverê têk daye.

Darên wî çemî ku dîmenek ciwan li deverê hebûn, cihê geştiyariyê ye û bi birîna wan daran têk çûye û vê yekê dengê nerizayetiya welatiyan li pey xwe aniye.

Çendîn sal e ku daristanên Merîwanê jî, bi vî awayî kevtine ber êrîşa kesên derfetçî û kesên girêdayî rejîmê û kesên derfetçî û qazancxwaz vê carê li gundê “Gêlî Keran”ê, gelek dar birîne û xisarek bê weger bi jîngeha vê deverê xistine.

Herwisa li bajarê Baneyê kesên dije jîngehê di hewlek gemar û kavilker de agir berdane daristanên gundê “Kanîsûr” ê ser bi devera “Kêlê û Enver”ê ku piştre kesên dilsoz û hogirê jingehê ew agir temirandine, lê xisarek zêde bi darên wê deverê kevtiye.