Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîna daran li daristanên Zagrosê zêdetir bûye

10:55 - 19 Adar 2022

Birêveberê Giştî yê Çavkaniyên Sirûştî yê parêzgeha Luristanê “Şîrzad Necefî” daye zanîn ku birîna daran li daristanên Zagrosê zêdetir bûye.

Birêveberê Giştî yê Çavkaniyên Sirûştî yê parêzgeha Luristanê “Şîrzad Necefî” tevî îşarekirin bi zêdetirbûna birîna daran li daristanên Zagrosê, daye zanîn ku bûdceya hewce bo rêgirîkirin ji agirpêkevtin li daristananên Zagrosê tinînin.

Herwisa navbirî îdia kiriye ku qedexekirina birîna daran li daristanên bakûrê Îranê bûye sedem ku qaçaxçî rû bi daristanên Zagrosê bikin.

Gotina wî berpirsê rejêmê di halekê de ye ku birîna daran li daristanên Zagrosê qedexe ye, lê kesên derfetçî ku zêdetir girêdayê rejêîmê ne, wan daran dibirin û hêzên îtizamiyên rejîmê ti rêgiriyek ji wan nakin.

Rejîma Îranê bo parastina daristanên Zagrosê ti bûdceyek diyarî nekiriye û hemû caran, xelkê ew daristan parastine.

Çalakvanên jîngehparên tevî rêgiriyên rejîmê hewla parastina wan daristanan didin û heta bo vê yekê canê xwe jî kirine qurbanî ku yek ji wan kesan şehîd “Şerîf Bacwer” û herwisa çend hevalên wî bûn.