Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîna daran û têkdana jîngehê li bajarê Merîwanê

12:42 - 3 Nîsan 2022

Kesên dije jîngeh û derfetçî beşek ji darên daristanên ser bi bajarê “Merîwan”ê bi mebesta têkdana jîngeha wan deveran dibirin.

Pêka girte vîdyoyên belavbûyî, çendîn daristanên derdora bajarê “Merîwan”ê wekî darên deşta “Bêlû” darên derdora gundê “Derepeman” û gundê “Koşxanî” ji aliyê kesên derfetçî û dijejîngeh ve hatine birîn û jîngeha vê deverê têk dane.

Kavilkirin û têkdana jîngeha Kurdistanê her carê bi şêwazên cuda wekî birîn, şewitandin, kêlana zêde ya çêrîngehan bûye gefek micid bo ser jîngeha Kurdistanê ku zêdetir ji aliyê kesên ser bi rejîma Îranê ve, bi merema jinavbirina dahat sirûştî a Kurdistanê, derbe û xisarên giran li jîngeha Kurdistanê dane.

Her di vê derheqê li bajarê “Urmiyê” darên qirax çemê “Kehrûm”ê jî, hatine birîn û kavilikirin, lê ti navendek pêwendîdar jî nîne ku pêşiya wan xisarên bê weger bigire.