
Pêka nûçeyîn gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, li qiraxên çemê “Gader” rêjeyek zêde ji daran hatine birîn û erdê deverê hatiye têkdan.
Pêka zaniyariyan, hewla wê yekê heye ku darên derdora wî çemî bibirîn û erdê wê deverê bikin bi milkê kesîn.
Xelkê deverê, çendîn caran li ser wê mijarê, aliyên pêwendîdar agehdar kirine lê heta niha ti karek wiha bo çareserkirina vê pirsgirêkê nehatiye kirin.
Ji aliyek din ve di bilindahiyên bajarê”Bedre”yê li parêzgeha Îlamê, hejmarek zêde ji darên Berû û corên din ên daran, ji aliyê kesên nenaskirî ve hatine birîn.
Birîna wan daran çi bi zanebûn be an çi bi armanca mifahjêvergirtin û firotinê be, bûye sedema têkçûna jîngeha deverê.
Herwisa li gundê “Ciwanmêrî û Miyanteng” a girêdayê devera “Dalaho”yê, li parêzgeha Kirmaşanê, di kiryarek li dijî jîngehê hejmarek zêde ji daran hatine birîne.
Bikerên wê kiryara xirab, kesên nenaskirî bûne û birîna daran wê deverê, bûye sedema rûtbûna erdê û wê kiryarê, têkçûna jîngeha deverê li pey xwe aniye.