Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîna darên daristanan li parêzgeha Urmiyê gelek zêde bûye

11:18 - 27 Çirriya pêşîn 2021

Birîna darên daristanan li parêzgeha Urmiyê gelek zêde bûye û berpirsên pêwendîdar tevî agehdarbûn ji wê rewşê ti pêngavekê hilnagirin.

Birîna darên daristanên sirûştî di parêzgeha Urmiyê de gelek zêde bûye, her rojê bi hezaran dar ji daristanên wê parêzgehê têne birîn û pêka gotina xelkê parêzgehê bi tenê kesên girêdayê rejîmê wî karî dikin û tevî ku hêza întizamî û îdareya parastina jîngehê û aliyên din ên pêwendîdar agehdarê birîna daran û firotina wan daran in, ti pêngavek bo rêgirîkirin ji birîna wan daran hilnagirin.

Pêka gotin xelkê Merîwanê, çend kesên derfetçî yên girêdayê rejîma Îranê mijûlê birîn û firotina darên daristanên sirûştî ên wê deverê ne ku bo derveyî parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê têne firotin û herwisa hatiye gotin ku rojane çendîn kamiyonên darhilgir mijûlê veguhastina wan daran in.

Herwisa li devera Berandêz a Urmiyê jî xelkê ragihandine: “Bi sedema bilindbûna nirxa daran, , kesên derfetçî di wê parêzgehê de mijûlê birîna darên daristanên sirûştî ne û sirûştê talan dikin”.

Herwisa xelkê wan deveran dane xuya ku berpirsên rejîmê û aliyên pêwendîdar hay ji wê pirsgirêkê hene lê ti hewlekê bo rawestandina birîna daran nadin ku ji aliyê kesên girêday wan ve têne birîn û talankirin.