Li Bajarê Duhokê a ser bi Herêma Kurdistanê, bi hegera bûyera di nav kar de, kedkarekî canê xwe ji dest da û yekî din jî bi giranî birîndar bû.
Roja Pêncşemî 3`ê Rêbendanê, kedkarekî Kurd ê bi navê “Behmen Hesûyan” Kurê Rehîm û xelkê gundê Stûnreş a girêdayî navçya Şipîran a girêdayî bajarê Selmasê, bi hegera hilûşîna xanî bi ser wî de di bajarê Duhok a Başûrê Kurdistanê de canê xwe ji dest da.
Herwisa kedkarekî din jî yê bi navê “Mes`ûd” û xelkê bajarê Urmiyê, bi giranî birîndar bû û bo yek ji nexweşxanên bajarê Duhokê hate veguhastin.
Her di vê derheqê de, kedkarekî Kurd ê xelkê bajarê Pîranşehrê, ku li bajarê Hewlêrê mijûlê kedkarî bû, bi hegera bûyera di nav kar de, gelek bi giranî birîndar bû.
Xelkê Rojhilatê Kurdistanê li ber nebûna kar û dahatê, neçarin bona peydakirina nanekî helal rû li Başûrê Kurdistanê bikin, û li wir jî mixabin bi hegera karê dijwar rastî bûyerên nav kar dibin û canê xwe ji dest didin û birîndar û seqet dibin.