Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîndarbûna kolberan li ser sînorê Şûşmê berdewam e

17:32 - 24 Nîsan 2022

Pêka nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, êvareya roja Şemî 3`ê Banemerê, kolberekî Kurd ê bi navê “Îsmaîl Sebokrû” xelkê bajarê Rewanserê, bi gulleyên saçmeyî yên hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê Şûşmê hate birîndarkirin.

“Kurdpas”yê daye zanîn, hêzên leşkerî yên rejîmê bi bê agehdarkirina berê ew kolbere, digel hejmarek ji kolberên din dane ber gulleyên xwe.

Ew kolbere bo tedawiya pizîşkî bo navenda dermanî hate veguhastin.

Her di vê derheqê de, roja Pêncşemî 1`ê Banemerê, sê kolberên xelkê bajarên Ciwanro û Kamêranê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê û berbûn ji bilindahiyên sînorê Şûşmê hatibûne birîndarkirin.