Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîndarekî dema şer, bi hegera belengaziye Agir berda xwe

13:20 - 9 Hezîran 2020

Roja Duşemiyê 8 ê Hezîranê, birîndarekî dema şer li bajarê kirmaşanê, bi navê “Cihangîr Azadî” bi nîşana nerizayetî ji pêrenegeheşina rejîmê li varê dermanî û destkurtiya li rewşa jiyanê, di nava bajar de li ser Xiyevana “Bint Elhoda” Agir berda xwe , piştî çend demjimêran canê xwe ji dest da.

Berpirsên binav Bonyada Şehîdê rejîmê, bo evê ku sûçê berpirsayetiya han li ustê xwe derêxin, gotine Cihangîr arîşa malbatî hebûye, lê di bersiva çevtekarî û direva berpirsên rejîmê de, hem malbata Cihangîr Azadî û hem gelek ji hewal û xizmê wî, ev gotina rejîmê red kirine û bi direv dane zanîn.

Malbata wî ragihandine ku ev nuqsan û birîndar bû, rejîmê xercê dermanê wî nedida, ti cure alîkariye jê re nedikir, wî şiyana dabîn kirina dermanê xwe û xwedî kirina malbat û zarokên xwe tune bû, lewma agir berdaye xwe.