
Îro 16ê Adarê 33 sal bi ser kareseta kîmyabarana bajarê Helebceyê re derbas bû.
Karesatek ku ti carî nayê jibîrkirin û hertim bîrneke kûr e li cesteyê tev gelê Kurd de tê kulndin. Ew bûyera dilêş Sibêdeha 14ê Adara sala 1988an rû da. Rejîma Be`is a Îraqê bi serokayetiya Sedam Husên, bajarê Helebceyê bombebaran kir. Bombebarankirina vê carê cudayî hebûn û ew bajare ji aliyê balafirên Îraqê ve bi bombeyên kîmyayî hate bombebarankirin.
Di vê êrîşê de zêdetir ji 5 hezar kesên sivîl û bêtawan hatine şehîdkirin û hejmareke zêde ji xelkê sivîl hatine birîndarkirin û kêmendamkirin.
Bajarên Kurdistanê gelek caran ji naliyê dagîrkeran ve hatine kîmyabarankirin. Her di vê deheqê de 7`ê Pûşpera 1366an a Rojî bajarê Serdeşê ji aliyê balafirên rejîma Îraqê ve hate kîmyabarankirin.
Di vê êrîşê de jî 110 kesên sivîl canên xwe ji dest dan û 8 hezar kes jehravî bûn û hejmareke zêde, ji xelkê wî bajarî bûn bi kêmendam.
Di niha de bajarê Helebce û Serdeşt bûye sembola azadî û berxwedaniyê.
Bajarê Helebceyê li ser biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê li 13`ê Adara sala 2013an bû bi parêzgeh.