Wezîrê Ewlehiyê Birîtaniyayê “Dîmîn Hîndz” ragihandiye ku welatên “Çîn, Rûsiye û Îran” bi sedema ancamdana çalakiyên wan yên saybirî welatên dujmin têne hisêb”.
Wezîrê Ewlehiyê Birîtaniyayê “Dîmîn Hîndz” di hevpeyvînek digel rojnameya “Daily Telegraph” a bajarê “Lenden”ê ragihandiye: “Sê welatên Rûsiye, Çîn û Îranê êrîşên sayberî li ser torên kampiyûterî yên navendên hikûmî û kompaniyên kerta taybet dikin û belavkirina zaniyarêyên çewt û şandina sîxuran bo welatên din encam didin û ew 3 welatane bi sedema êrîşên saybêrî wekî welatên dujmin têne naskirin.
Herwisa “Dîmîn Hîndz” ragihandiye ku wan 3 welatan bi sedema hêza mirovî û teknîkî, şiyana geşedan bi kiryarên xwe yên saybêrî hene.
Herwisa di meha “November” a 2021an de, berpirsê (MI6) anku Îdareya Parastina Zaniyariyên Derve yê Birîtaniyayê “Rechard More” gotiye: “Çîn, Rûsiye, Îran û terorîsm 4 pirsgirêkên ewlehî yên Birîtaniyayê ne”.
Heta niha çendîn malper û hisabên bikarhênerî yên girêdayê rejîmja Îranê li ser torên civakî hatine dayxistin û beşek zêde ji wan bi yekcarî dayxistine û sedema wan dayxistinan jî bi belavkirina nûçeyên çewt, xeletandina hizra giştî, geşedan bi tundûtîjî, geşedan bi terorîsm û …hwd” ragihandine.