
Pêka nûçeyên belavbûyî, Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlemana Birîtaniya, dê di rojên bê de terhekê pêşkêşê dewleta Birîtaniayê bike ku pêka wê terhê dewleta Birîtaniya Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê wekî Saziyeke terorîst nas bike.
Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlemana Birîtaniya, di vê terhê de nivîsîye ku Spaha Pasdaran bi sedema piştevanîkirin ji girrûpên terorîstî û alozîxistin di deverê de pêngavan diavêje.
Wê Komîteyê di pîşniyara xwe de bi deweta Birîtaniyayê re nivîsiye: “Em li ser wê baweriyê ne ku ew hewla Spaha Pasdaran ku dide li ew pîwerên ku di yasaya lihemberderhantin li dijî terorîzmê ya sala 2000an hatî pejirandin wek hew in”.
Pêka wan hewlên Spaha Pasdaran di deverê de û piştevanîkirin ji girûpên terorîstî û sedan kiryarên terorîstî, Birîtaniya jî di hewlê de ye wê Saziyê wek terorîst nas bike.
Ew terhe di halekê de bi dewleta Birîtaniayê re tê danê ku Xakelêweya sala par jî Amerîkayê bi Fermana “Donald Trump” Spaha Pasdaran a terorîst li lîsteyê girûpên terorîstî zêde kir.