Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniya, Feranse û Almaniyayê “Mikanîzma Maşe” a Bercamê ektiv kirin

17:39 - 14 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Welatên Birîtaniya, Feranse û Almaniyayê, “Mikanîsma Maşe” li Bercamê ektîv kirin, bi wî awayî ew sê dewletên Ewropayê, dorpêşên aborî ên berê li dijî rejîma Îranê dipejirînin.

Roja Sêşemî, 24`ê Befranbarê, welatên Birîtaniya, Feranse û Almaniyayê, “Mikanîzma Maşe” a Bercamê, ektîv kirin û ew biryar pêka daxuyaniya 3 welatên Ewropayê yên endamên lihevhatina navkî, di sala 2015`an de digel Îranê, wan dewletan digel pêwendiyên derve yên Yekîtiya Ewropayê, ev birayar dane.

Piştî gawa 5 a Îranê li paşvekêşan ji lihevhatina giştî ya navkî a Bercamê, 3 welatên wajokerê ên Bercamê, “Mikanîsma Maşe” li dijî Îranê ektiv kirin.

Pêka yekek ji giringtirîn xalên wê lihevhatinê, sazûkarê çareserkirina pirsgirêkan a bi navê “Mikanîsma Maşe” ku tê binavkirin, dikare hemû dorpêçên navnetewî yên berê li dijî Îranê, carek din ektîv bike.

Pêka wê xala lihevhatinê, hekî aliyek ji wajokerê Bercamê bigihîje wê encamê ku, rejîma Îranê pêbend bi wan xalên erêkirî yên wê lihevhatinê nabûye û ew lihevhatine binpê kiriye, dikare meşa lêkolîn û sazûkar a çareserkirina pirsgirêkan bimeşîne.

Bi wî awayî û di hegera çaresernekirina dijatiyan di Komîsiyon û hey`etên barçavgirtî de, dosyeya navikî a rejîma Îranê dê radestî Şewreya Ewlehiyê bê kirin.

Rejîma Îranê her ji destpêkê ve ew lihevhatine binpê kiribû.