
Kurdistanmedia: Wezareta Xezînedariya Birîtaniya, Hizbullah a Lubnanê bi tewawî xiste nawa lîstê gurûpên trorîstî û çavkaniyên aborî yên wê gurûpê, zewt kirin.
Pêka rapora nûçegihaniya Rûyîtêrz(Reuters), roja Înê, 27`ê Befranbarê, Wezareta Xezînedarî a Birîtaniya, her 2 tayên siyasî û serbazî yên Hizbullah a Lubnanê, ber yasaya “cehd bo zewt kirina darayiya terorîstî” ketiye, ew yasa di sala 2010`an de hatibû pejirandin.
Herwisa pêka wê çavkaniyê, Lendenê ragihandiye ku pêka wê biryarê, darayiya Hizbullah a Lubnanê di wî welatî de were zewt kirin.
Pêşde jî, bi tenê darayiya taya leşkerî ya wê gurûpa terorîstî, ji aliyê Birîtaniyayê ve hatibû zewt kirin.
Berê jî,Hizbullah a Lubnanê ji aliyê welatên “Amerîka, Îsraîl, Kanada, Otrîş û Holenda”yê ve, hatibû xistbûne bo nawa lista gurûpên terorîstî de.
Ew gurûpa terorîstî ku ji hevalbendên rejîma Îranê tê hejmartinê, di sala 1982`an de, bi piştewaniya Spaha Pasdaran a terorîst ya rejîma Îranê hatibû avakirin.