Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniya: “Rejîma Îranê bi rêya Hizbullah û Husiyan ve, piştewanî ji terorîsmê dike”

19:19 - 5 Îlon 2020

Wezîrê bervaniya Birîtaniya, tekezî kiriye ku pêwendiyên Erebistan û Birîtaniyayê, bi tenê bi firotina sîlahan nayê sînordarkirin û hevpariya berevaniyê jî li pey heye.

Wezîrê Berevaniya Birîtaniya, “Bên Walas”( Ben Wallace) ragihandiye: “Riftara rejîma Îranê, piştewanîkirin ji gurûpên girêdayê xwe di devrê de ye heya bikare bi rêya Hizbullah û Hûsiyan, terorîsmê di deverê de berfirehtir bike”.

 “Ben Wallace” herwisa ragihandiye ku Birîtaniya ti girîngiyek nade bi hevkariya leşkerî ya digel rejîma Îranê”.

Li ser wê mijarê, Cênişînê Şahê Erebistanê, “Mihemed bin Selman” di hevpeyvîneke telefonî digel Serokwezîrê Birîtaniya “Borîs Canson”( Boris Johnson), tekezî li ser hevkariya zêdetir ya di navbera wan du welatan de kirine.

Herwisa Hêzên hevpeymanan û piştewaniya dewleta yasayî ya “Yemen”ê çendîn wêne belavkiribûn ku dida xuyakirin, ew mûşekên ku ji aliyê Husiyan ve erebistanê dikine armanc, ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûne dabînkirin.

Di çend rojên derbas bûyî de, “Mike Pompeo” li ser rûpela xwe a tora civakiya “Twitêr”ê nivîsandibû: “Rejîma Îranê hemû dahata xwe bona dabînkirina malî ya terorîsmê xerc dike û dibe bi zûtirîn dem, dawî bi wî karê xwe bîne”.