Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtanyayê dorpêç xiste ser 15 karbidestên din yên rejîma Îranê

14:27 - 16 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Di dirêjahiya ambargoyên Rojava dijî rejîma Îslamî ya Îranê de, 15 karbidestên niha û pêşîn ên rejîm ji aliyê wezareta xezênedarî a Birêtanyayê ve bi lêsta tehrîmkiriyan hatin zêde kirin.

Wezareta karubarê derve yê welatê Birîtanyayê ragihand: Li gor destûra wezareta xezênedarî, hemû hisab û dahatên wan karbidestên rejîma Îslamî ya Îranê qedexe û bilok dibin.

Navên Seîd Hesen Fîrûzabadî fermandê sitada giştî a hêzên çekdarî, Heyîder Muslihî wezîrê pêşîn yê Îtilatê, Qurbanelî Necefabadî dadistanê pêşîn û wezîrê pêştir yê Îtilatê û Seeîd Mutezewî dadistanê giştî yê pêşîn yê Teharnê, di nav ew 15 kesane de derbirî ku navê wan bi lîsta ambargoyên Birîtanyayê zêde bûye.