Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtanyayş mûşekbarana binkeyên Hizba Demokrat mehkûm kir

11:50 - 16 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Dewleta Birîtanyayê di daxuyaniyekê de bi tundî êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran a rejîma Îranê li ser binke û baregehên Hizba Demokrat mehkûm kir.

 Berdevkê dewleta Birîtanyayê di daxuyaniyekê de êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran bo ser binke û baregehên Hizba Demokrat, ku 15 kes tê d eşehîd bûn, û zêdetir ji 40 kesî jî birîndar bûn, û herweha êrîşa li ser konsolxaneya Amerîka li Besre û Bexdayê mehkûm kir.

Herweha pêştir jî balyozê Birîtanyayê li Îraqê, êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran bo ser binkeyên Hizba Demokrat  mehkûm kiribû, û li presskonferansekê de ragehandibû: Ew êrîş di demekê de hatiye kirin, ku hêzên opozisyona Kurd li Koyê di civînê de bûn, û armanca rejîmê ji vê êrîşê kuştina xelkê bû, ku bi tu awayî nahê qebûlkirin. Herçend her welatekî mafê xweparastinê heye, lê ew kiryara rejîma Îranê bergirî nebûye, belku êrîşeke eşkere ye li ser welatekî din.

Navbirî îşare bi vê jî kir ku rejîma Îranê rêz ji serweriya Îraqê negirtiy, û em gihîştine vê encamê ku ew êrîşane gellek metirsîdar in, û rewşa navçeyê nearam dike.         

Roja 17`ê Xermananê Spaha Pasdaran ya rejîma Îranê di doma kiryarên xwe ên terorîstî de, êrîşeke mûşekî kire ser binke û baregehên Hizba Demokrat û di encamê de 15 kes şehîd bûn, û zêdetir ji 40 kesî jî birîndar bûn.