Pêka gotinên Wezîrê Pêwendî yê rejîma Îranê, dê li sal bê de nirxa înternetê di Îranê de bilind be û di niha de jî xelk ji lawaziya înternetê gileyîdar in.
Wezîrê Pêwendî yê rejîma Îranê “Îsa Zari`ipûr” li derheq bilindbûna nirxa înternetê di Îranê de gotiye: Di du salên derbasbûyî de bihaya înternetê di Îranê de pêka nirxa enfilasyonê ku li Îranê heye bilind nebûye, lewma di sala bê de bêguman dê bihaya înternetê bilind be.”
Bilindbûna bihaya înternetê di halekê de ye ku lezgîniya hêla înternetê di Îranê de gelek lawaz e û tewahiya xelkê Îranê ji destê lawazbûna înternetê gazinan dikin.
Di vê derheqê de “Îsa Zari`ipûr” gotiye ku pirsgirêka înterneta Îranê pirsgirêkek bingehîn e û divê banda înternetê bê berfirehkirin û eva jî hewcehî bi bûdceyek zêdetir e.
Nebaşbûna hêla înternetê li Îranê di halekê de ye ku piraniya karûbar û xwandina xelkê bi awayê “online” ye û eva bûye arîşe û astengiyek micid bo ser jiyana xelkê, di vê halê de jî perpirsên pêwendîdar yên rejîma Îranê li cihê çareserkirina wan arîşeyan di hizira talankirina perê xelkê de ne.