Li dema hatina vîrûsa Korona di Îranê de, zarokên kar û ser şeqaman rastî bê xewî û birsîtiyê hatine û derbeyeke mezin ji wan ketiye.
Di vê derheqê de Birêveberê Giştî yê Piştîvanî ji Mafê Zarokan “Ferşîd Yezdanî”, daye zanîn: “Koronayê derbeyeke giran li jiyan û karê zarokên ser şeqaman xistiye. Ev yeka bandora aborî li ser karê zarokan heye.”
Navbirî îdia kiriye, “di dema belavbûna vîrûsa Korona di Îranê de heta niha, amara birsîbûna zarokên kar û malbatên wan ber bi zêdebûnê ve diçe”.
Pêka dawî amarên rejîma Îranê, zêdetir ji 500 hezar zarokên kar di Îranê de hene û tenê di bajarê Tehranê de 4 hezar zarokên ku li ser şeqaman ziblan kom dikin hene.
Rejîma heta niha amara pêketiyên zarokên kar bi vîrûsa Koronayê belav nekiriye û di vê derheqê de ti amarek serast ji ber dest de nîne.